Die Religionstheorie der Jesiden setzt aus den sorgfältig überlieferten und seit beinahe tausend Jahren unveränderten sakralen Texten und der gelebten Kultur zusammen. Die jesidische Liturgie umfasst unterschiedliche Gattungen mündlich tradierter heiliger Texte, die sich in ihrem Zweck und der Kanonisierungsstruktur unterscheiden. Die Inhalte dieser sakralen Texte wurden zum Schutze der Jesiden in chiffrierter Form übermittelt, es bedarf Schlüsseln zu diesen Texten – der sogenannten Serhatîs (erzählende Prosa), um diese Texte richtig interpretieren zu können. Die unterschiedlichen Gattungen werden nachfolgend aufgeführt, sie haben eine feste und unveränderliche Struktur. Wohingegen die Inhalte der Serhatîs ohne eine entsprechende Struktur weitergegeben werden, sie umfassen gemeinschaftliche und kulturelle Erinnerungen und erklären die Geschichten der jeweiligen heiligen Texte, umfassen also die bedeutsamsten Aspekte der jesidischen Vergangenheit und üben eine identitätsstiftende Funktion aus. Ohne dieses spezifische Hintergrundwissen ist es nicht möglich, die Texte zu verstehen. Die jesidische Sakralkultur kennt folgende Textgattungen:

  • Qewl (Hymnen)
  • Beyt (Gedichte)
  • Qesîd (Botschaften)
  • Cendîl (Akkumulation heiliger Figuren)
  • Dûa (Gebete)

Jesidische Forschergruppen sind dabei sämtliche mündlich überlieferte religiöse Texte zu verschriftlichen, um so eine Schriftkultur zu entwickeln. Im folgenden sind sämtliche Gebete in der Original-Fassung, frei von politisch motivierten Fälschungen niedergeschrieben. Die Zusammenstellung wurde von einem Expertenteam der jesidischen Theologie aus Georgien durchgeführt. Hier erfährt ihr mehr über ihre Arbeit.

Amîn, amîn,
Tebarek li dîn,
Ella ehsen li xaliqîn,
Bi hîmeta Şemsedîn. Fexredîn,
Sicadîn, Nasirdîn,
Şêşims qeweta dîn,
Siltan Şîxadî tacê ewilîn heta bi axirîn,
Heq hemdilla ya Rebil alemîn,
Xêra bide, şera wergerîn.
Bi rehma Şîxadî, reza Melex Şêxsin, Kerema Şêşims.

Nûr ji nûrê şifiqî,
Sibhane ji te xaliqî,
Melek li ber tifiqî.

Ji malê heta malê,
Şêşims xudanê sîqalê,
Em li Şêşimsnabirin xiyalê.

Ji derecê heta derecê,
Şêşims xudanê ferecê,
Emd ê dest û damanê Şêşims tewaf bikin di şûna Kaebetillhayê û hecê.

Ji stûne heta stûnê,
Çend mifte hene li hindurê xezînê,
Ya Şêşims, te dane destê xudanê merîfet û nasînê.

Ji çava heta devî,
Mora Şêşims lê dikevî,
Mexdana mezina ji kerema nahêlin binivî.

Ji serî heta pîya,
Ya Şêşims, te neqşandin danîne serê rîya,
Em ji Şêşims nabirin hîvîya.

Ya Şêşims, tu li me veke dergehê rehmetê,
Tee m înabûne ser vê xilmetê,
Ronayîkî vêxe li ber me û çendî sunetê.

Sûnî ku sunîne,
Zebûnin di mandîne,
Me bi Şêşims hîvîne.

Sunet ku sunete,
Zebûn kêmtaqete,
Me bi Şêşims eynete.

Çi duaya Extiyarê Mergehê kirî,
Cêsê Melek Fexredîn, qewalê Şîxadî,
Dua qebûl Pîrê Libna,
Wan çi dua kirî, me ew dua kirî.

Em kêmin, Şîxadî temame.

Ya siwarê rojhilatê û rojavayê,
Hûn bidine xatira dotê û dayê,
Hûn me xilas kin ji qedayê, ji belayê,
Hûn bidin xatira eyn el beyazê,
Ya Şêşims, tû li halê mala xwe bipirsî û me jî vê carê.

Hûn bidine xatira erş û kursî,
Ga û masî, heyat li kursî,
Ya Şêşims, tû li halê mala xwe û me jî bipirsî.

Hûn bidine xatira sura lewh û qelema,
Hewa û Ademe, Îsa bin Meryeme,
Ya Şêşims, tî li halê mala xwe û me jî bipirsî li hemû dema.

Hûn bidin xatira çerx û feleka,
Horîya û meleka,
Sura Tawisî Melek û çarde tebeqa,
Ya Şêşims, tû pirsyareke xêrê li mala xwe û me jî bike.

Hûn bidine xatira behiştê û darê,
Kafê û mixarê, sura Êzîd û Beytilfarê,
Ya Şêşims, tû pirsyareke xêrê li mala xwe û me jî bike vê carê.

Hûn xatira durrê kin, kasê kin,
Extîyarê sura muxfî pê Pira Selatê kin,
Ya Şêşims, hûn pirsyareke xêrê li mala xwe û me jî bikin.

Hûn bidine xatira durra sipîye,
Melekê bêrîye, sura Êzdîye,
Ya Şêşims, li dîwana Siltan Şîxadî bo mala xwe û jî bike hîvîye.

Hûn bidine xatira durra sore,
Êzdîne Mîr û Qubletilbidore,
Ya Şêşims, bang û hawara me bê melekê jore.

Hûn bidine xatira durra zere,
Ax û av û ba û agire,
Êzdîne Mîr û her çar sura,
Ya Şêşims, tû li bangîna mala xwe û me jî were.

Hûn bidine xatira Sûka merîfetê,
Mêrê li ber bedlê dike xilmetê,
Derwêşê şev û roj dike ebadetê,
Şêx û pîr, hosta û merebî, yar û birê axretê,
Ya Şêşims, meferîyekê mala xwe û me jî bike vê carê.

Hûn bidine xatira kursîya rehmana,
Melekê cana, behra quds sibhane,
Ya Şêşims, me ji te divê dîn û îmane.

Hûn bidine xatira Ezrayîl, Cibrayîl, Mikayîl, Şifqayîl, Derdayîl, Ezafîl, Ezazîl,
Evin her heft melekêd kebîr,
Desta da mifte û kilîl,
Ew jî sekinîn li ber hizreta melekê celîl.

Em kêmin û Şîxadî temame.

Xwedêo, tû daîmî, tû kerîmî, tû rehîmî,
tû melkê erşê ezîmî,
Xwedêo, ji ezelda tû qedîmî,

Xwedêo, tû heftê û du milletî bêyî rehmê,
Serê ser belgîya, girtîyê hebsîya,
Rêwîyê riya, kesîb, belengaz û êxsîra,
Me jî pêra.

Hûn bi meş bin, bi berat binm bi xelat bin,
Bi kur û qîz û mal û dewlet bin,
Bi îman û erkan û axret bin,

Xem nebî, dem nebî,
Rizqê we û hadir-guhdêra kêm nebî,
Siyar bûyî peya nebî,
Ya dîtî mehrûm nebe,
Şîn û şaîya kêm nebe,
Ji dost û dijmina şermîn nebe,
Xanî bê derî nebe, mêr bê serî nebe,
Çîya bê kerî nebe,
Avê gelîya û Kanîya ziha nebe,
Bi her buhişt û cinnet hebe,
Derê dojê li we venebe,

Nan ji xezna Xwedê û Şîxadî be,
Havênî ji Kanîya Sipî be,
Ew sifre ji sifrê celîl be,
Bereket bi gotina Birahîm Xelîl be,

Em kêmin, Şîxadî temame.

Ya Şêşims, mehdereke xêrê ji te dixwazim,
Yek şefaet, yek keramet,
Yek zar, yek ziman,
Yek fehm, yek aqil,
Yek dîn, yek îman.

Ya Şêşims, tû fehm û aqila di serê me bike,
Tû pirsyareke xêrê li halê me û vî miletî bike.

Ya Şêşims, tû bidî xatira delîl û xelîla,
Alayên delîl,
Axirê zemana Hesenê zerbaba.

Def û şibabe, xas û qelendere,
Sura muxfi pê Pira Selatê.

Dikra Dindilî rehman, Canê bin kehîm,
Eswedê Berlîm,
Ya Şêşims, min pişta xwe bi te girêda.

Em kêmin, Şîxadî temame.

Mêr û meleka din medeha,
Û xasêd nava qubeha,
Ronayî dabû berê sibeha.

Ronaya berê sibê dahir bû,
Bor li ebadete siwar bû,
Sed xwezîya wî mêrî bi heq rawesta bû.

Aşiq û maşiq mifte bi deste,
Me miraza xwe ji wan dixwaste.

Ya rical al-sibah sibah al-cedîd,
Ya melek şehîd, ya nefes Siltan Êzîd,
Ehed lîhed ma yûrîd, ente al-şêx, ana murîd,
Ana radî kama ente tûrîd,
Al-mefer Siltan Êzîd.

Ya rical al-sibah sibah al-mşûqlîn,
Tac al-ewlîn heta bi axirîn,
Xêra bide, şera wergerîn,
Heq elhemdilla ya Rebil alemîn.

Feqîr li alî, mîr li wehdanê,
Ya Rebî, teqabil dûaîna an dua,
Al-mûminîn al-salihîn al-îhtîyazîn,
Al-mixfîn ela abwab al-xasîn,
Ellahûm amîn.

Toke û meftûle, xelatekî meqbûle,
Li nîveka tac û dile,
Me bi serê xwe qebûle.

Şîxadî xefûre,
Melek Şêxsin mişûre,
Xidir Elyas xewasê behrê kure.

Şêşims çiraye û nûre,
Xwedê nûr ela nûre,
Me toka xwe bi navê Tawisî Melek û Siltan Êzîd qebûle,

Em kêmin û Şîxadî temame.

Ya Rebî, ele şanek û ele mikanek û ele siltanek
Ya Rebî, tû yî kerîmî, tû yî rehîmî
Ya Rebî, her tû Xwedayî
Her tû yî layîqî medh û senayî

Ya Rebî, tû melekê melkê cîhanî
Ya Rebî, tû melekê melkê kerîmî
Tu melekê erşê ezîmî
Ya Rebî, ji enzelda her tû yî qedîmî

Tû tam û kam û ray
Ya Rebî, her tû Xwedayî
Her tû hay
Û her tû yî layîqî medh û senayî

Ya Rebî, tû melekê ins û cinsî
Ya Rebî, tû melekê erş û kursî
Ya Rebî, tû melekê gay û masî
Ya Rebî, tû melekê alem û qudsî

Tû el-semedî li liftî lemayî
Tû el-semedî hey el mecîdî
Wahidî ferz el-hemîdî

Ya Rebî, tû xudawendê sepehrî
Ya Rebî, tû xwedanê meh û mehrî
Ya Rebî, tû xudawendê etayî
Ya Rebî, tû layîqî medh û senayî

Ya Rebî, ji îsma tû yî bilindî
Te ne çone, tû yî çendî
Nezayî nezayî tû zendî

Miqadeste du payî
Tû yî layîqî medh u senayî
Ya Rebî, te kerem daye hûtî
Min daye qutî, helimî melkûtî
Ya Rebî, tû alimê ulimayî
Ya Rebî, tû him hekîmî û him mecalî
Ya Rebî, te ne xafe, te ne xwerde
Xwedan malî, xwedan perde
Ya Rebî, mikanê te wê li hemû erde

Ya Rebî, te ne lewne, te ne renge

Te ne awaze, te ne denge
Te ne îndame, te ne çenge
Ya Rebî, kes nizane tû yî kusayî

Ya Rebî, tû welîyê ferza nimêjî
Ruha diperêjî
Ji milan meleke dipêjî
Ya Rebî, tû hakimê şah û gedayî

Ya Rebî, tû hakimê cimletî alem
Ya Rebî, te tobe danabû li ser Adem
Ya Rebî, tû hakimê şifayetê
Ya Rebî, tû rehmî, keremî, emînî
Ya Rebî, tû yî el-semedî, em çu nînin

Ya Rebî, ezî ketîmey tawîme
Tû him dermanî û him dewayî
Tû him dermanî û him tebîbî

Tû hekîmî, em xerîbin
Ya Rebî, her tû dizanî dermanê me bi ku dibe
Ya Rebî, tû unsê xurbayî

Û li suc û guneh û mişewşe
Me kirin tehîyat û gewşe
Ya Rebî, li me bibexşe

Ya Rebî, her tû yî hay
Û tû Xwedayî
Û her tû yî layîqî medh û senayî

Ya Rebî, tû xaliqî, em muxliqin
Tû mirazî, em daxwazin

Em kêmin û Şîxadî temame.

Şehda dînê mi yek Ela,
Melek Şêxsin heq hebîbella,
Meqlûbê, Mergehê sela.

Silavê li Meqlûbê, li Mergehê,
Li Lalişê xudanê qubehê, li cîyê mehê, binî mehê,
Li wî cî, erdê Êzîdxan ser dikêşe ber Şîxadî ebadetê û sicûdeyê.

Şîxadî padşaye,
Şêxûbekir mewlaye,
Min şehda û îmanê xwe bi navê wan daye.

Şîxadî xefûre,
Melex Şêxsin mişûre, Şêşims nûre,
Min şehda û îmanê xwe pê qebûle.

Nasirdîn celadê serê mine,
Mîr Sicadîn qasidê ruhê mine,
Qubletilbidor qubleta mine.

Kaf û mixar û Zimzim heca mine,
Kanîya Sipî mora mine,
Tawisî Melek şehda û îmanê minê.

Siltan Êzîd atqata mine,
Şêşims mesebê mine,
Şerfedîn dînê mine.

Melek Fexredîn hostayê mine,
….. şêxê mine.
….. pîrê mine.
….. merebîyê mine.
….. axreta mine.
….. xudanê mine.

Minetkarim ji minetê,
Ez vavartim ji kafira û şerîetê,
Hemdilla û şikir, ez avêtime ser pişka sunîya.

Minetkarim ji mîra,
Ez vavartim ji kafira û vavîra,
Hemdilla û şikir, ez avêtime ser pişka şêx û pîra.

Ji Adîya minetkarim,
Bi şêx û pîr û hosta û merebî û yar û birê axretê,
Ber nav û dikarê Siltan Êzîdê şirînî şerîf ezî xundkarim.

Çûme Lalişa nûranî,
Min serê xwe li wan qub û hilêla danî,
Ya Şîxadî, tû kul û emelê min dizanî,

Em kêmin û Şîxadî temame.

Serê min ser belgî,
Belgiyê min berê şibakê,
Sêrî çûme zikakê,
Bidî xatira Êzîd û makê,

Serê min qublet, berê min rojhilat,
Ser minra sekinî du celat,

Go: „Miskîno, Tajdîno, benîyo
Şehda dînê xwe bîne,
Ezê serê te hilînim.“

Go: „Şehda dînê min yek Ela,
Melek Şîxsin heq hebîb Ela,
Mergeyê, Meqlûbê sela,

Sela yê, binîme yê,
Ciyê Şerq û Şam Êzdîxane lê dike sicûdeyê,

Sicûda me diçe bal Şîxadî, Şîxadî redayê,
Şêşims melkê mêrayê,
Şîxadî ser kursî westayê,
Şehda dînê xwe heq bi navê Êzîd dayê,

Sunîme, sunetnebîme,
Bi şêx, pîr, hosta, merebî, yar û birê axretê me,
Mirîdê Şîxadîme,
Silavkêşê Kanîya Sipî me,
Bi qelema Melek Şîxsin nivîsîme,
Elhemdila, ez Êzdîme, ji dînê xwe razîme,

Nasirdîn – celatê serê mine,
Şêşims – mesebê mine,
Laliş û Zimzim – heca mine,
Kanîya Sipî – mora mine,
Siltan Êzîd – atqata mine,
Şerfedîn – dine mine,
Tawisî Melek – îmana mine,

….. – şêxê mine,
….. – pîrê mine,
….. – merebîyê mine,

Rehme li dê û bavê hosta.

Em kêmin, Şîxadî temame.“